Erdogan bi Prensê Saûdî Erebistanê bi Muhammed Bin Selman re hevdîtin kir

11 November 2024 21:38 0 dîtin
Erdogan bi Prensê Saûdî Erebistanê bi Muhammed Bin Selman re hevdîtin kir

PeyamaKurd – Li Sa’ûdî Erebistanê li bajarê Riyadê zîrwa Rêxistina Hevkariya Îslamî hat lidarxistin û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ji bo tevlî zîrwê bibe li Rİyadê ye.

Di çarçova ziyareta fermî ya Ereebistanê de Erdoğan û Muhammed bin Selman hevdîtinekî pêkanîn û di hevdîtinê de li ser têkiliyên dualî, li ser pirsgirêkên herêmê û navdewletî axifîn. Beşa danûstendinan ya serokkomariya Tirkiyê weha got:

“Serokkomarê Me Erdoğan ji zîrwa rÊxistina hevkariya Îslamî çû Ereebistana Saûdiyê û li Riyadê bi prensê Saûdî bi Muhammed bin Selman re hevdîtinekî kir. Di hevdôıtinê de li ser têkiliyên dualî, pirsgirêkên Herêmê û navdewletî axifîn. Erdoğan di hevdîtinê de behsa girîngia rawestandina êrîşên ser Lubnan û Xezzayê kir û pêdiviya yekîtiya welatên Îslamê anî ser ziman. Erdoğan di bin sîwana NY de kampanya ambargoya çekan ku nedin Îsraîlê destpêkiriye û ji bo destekê pêdivî bi Rêxistina Hevkariya Îslamî heye.Biryar û pêngavên di zîrwê de bên avêtin ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê girîng e.”