Prensê Erebistanê got: Malên Tirkiyê boykot bikin

07 May 2019 22:02 0 dîtin
Prensê Erebistanê got: Malên Tirkiyê boykot bikin

PeyamaKurd- Prensê Erebistana Si’ûdiyê Abdûllah Bîn Sultan Al Saud di ser hesabê xwe yê medya civakî de vîdeoyekî belav kir û tê de got ku ew berhemên Tirkiyê boykot dikin.

El Saûd ragihand ku divê ev boykot heya Ankara têkiliyên xwe bi Si’ûdî re di ber çav de derbas bike, divê dewam bike. Prens di videoya xwe de; dema hîn dibe ku qehweya Tirkiyê jê re îkram kirine, qehwê venaxwe. El Saûd weha dibêje:

“Ez weka hemwelatiyekî Erebistana Si’ûdiyê, temamê berhemên ku li Tirkiyê çêdibin, heya Tirkiye exlaqê xwe biguhêre, ew malên ku di gumrika Tirkan de derbas dibin boykot dikim. Pêdiviya me û hukumeta me û me bi berhemên wan tine ye.”