Tirkiye: Prensê Erebistan çûna hemwelatiyên Tirkiyê ya Hecê qedexe nekiriye
PeyamaKurd – Li ser di medyayê de tê gotin ku prensê Erebistana Saûdiyê Muhammed Selman çûna hemwelatiyên Tirkiyê ya Hecê dê qedexe bike, beşa danûsitendinê ya serokkomariya Tirkiyê di mijarê de ragihand ku xeber derewe û qedexeyeka weha tine. Beşa serokkomariya Tirkiyê ya têkoşîna bi dezenformasyonê re di mijarê de weha got:
“Ne raste ku dibêjin wê Prensê Erebistana Saûdiyê Muhammed Bin Selman çûna hemwelatiyên Tirkiyê ji bo Hecê qedexe bike. Ji her dû dewletan jî ti pirsgirêka wan tine ku kes neçe hecê an Hec bê qedexekirin. Bi gotinên weha baweriya xwe neynin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin