Erebistana Sa’ûdiyê bang kir ku hemwelatiyên wan yên li Lubnanê terka Lubnanê bikin

29 June 2024 23:22 0 dîtin
Erebistana Sa’ûdiyê bang kir ku hemwelatiyên wan yên li Lubnanê terka Lubnanê bikin

PeyamaKurd - Erebistana Sa’ûdiyê banga terka hemwelatiyên xwe yên li Lubnanê kir û xwest ji bo seredanê jî kes neçe Lubnanê. Banga Erebistanê ji terefê balyozxana Erebistanê ya li Lubnanê de hat kirin.

Bi sedema endîşeya ku li ser sînorê Lubnanê û Îsraîlê şer heye û dibe artêşa Îsraîlê êrîşê ser Hîzbûllah a Lubnanê bike, Erebistan bangekî weha kir. Balyozxane di banga xwe de got:

“Terka Lubnanê bikin û geştên xwe yên ji bo Lubnanê betal bikin. Eger rewşekî lezgîn ya nexweş hebe, bi me re bikevin nav têkiliyan.”

Berya Erebistan banga terka hemwelatiyên xwe yên Lubnanê bike, Amerîka, Rûsya, Makedonya, Kanada, Kuveyt, Almanya, Îngiltere û Hollanda heman bangê kiribûn.