Erebistana Sa’ûdiyê û Yekîtiya Ereb li ser bûyerên Lazkiyê daxwuyanî dan
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Erebistanê ji bo êrîşên ser hêzên ewlehiya Sûriyê yên li bajarê Lazkiyê daxwuyanî da û bûyeran şermezar kir. Yekîtiya Îslamî ya Dinyayê (rabita) ku navenda wan Mekke ye, desteka xwe ya ji bo hukumeta Sûriyê ragihand û êrîşên bermayên rejîma Esad yên li Lazkiyê şermezar kir.
Ajansa Erebistanê ya Yekîtiyê SPA ragihand û got ku her tehdîdên ewlehiya Sûriyê, îstîqrar û selametiya xelkê dixe talûkê li hemberê wan in û bi hukumeta Sûriyê re di nav hevkariyê de ne. Di daxwuyaniya wezareta karên derve ya Erebistanê de hat gotin:
“Erebistana Saûdiyê, li Komara Ereb ya Sûriyê grûbên di derveyê qanûnan de û sûcên ku dikin û hem êrîşên ser hêzên ewlehiyê şermezar dike. Her pêngava ku hukumeta Sûriyê ji bo ewlehiyê, aştiyê û îstîqrara navxwe bavêje, Erebistan wan destek dike.”
Li Lazkiyê do di navbera hêzên rejîma berê ya Esad û hukumeta Şamê de şerekî derketibû. SOHRê ragihand ku li Ceble û dora wê 48 kes hatin kuştin. Ji wan 28 kes yên grûbên çekdarin,16 kes yên asayîşa Sûriyêne û 4 kes jî di encama lêdana hêzên asayîşa Sûriyê de hatine kuştin.
Grûbên çekdar bi taybetî balafirgeha Îstamo û hinek deverên leşkerî yên Kardahayê xistine destê xwe û li çiyayê Lazkiyê bicîh ne. Di şerê li hemberê wan desteka hewayî tê bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin