Herêma Kurdistanê û Erebistana Sa’ûdiyê peymana tenduristiyê îmza kirin

23 October 2024 21:05 0 dîtin
Herêma Kurdistanê û Erebistana Sa’ûdiyê peymana tenduristiyê îmza kirin

PeyamaKurd -  Herêma Kurdistanê û Erebistana Sa’ûdiyê di seha tenduristiyê de peymanekî lihevkirinê îmza kirin.

Peyman, ji bo teşwîqkirina danûsitendina ceribandinan û koordinasyona navbera konseyên her dû welatan; di navbera serokê konseya bilind ya pisporiyên tibbî ya Kurdistanê Prof. Dr. Arina Halis Cevad û sekreterê giştî yê rêvebiriya pisporiya tenduristiyê yê Erebistana Sa’ûdiyê Prof. Dr. Aws Şemsan de hat îmzakirin.

Konseya bilind ya pisporiyên tenduristiyê ya Kurdistanê, li ser peymanê daxwuyanî da û got:

“Armanca îmzakirina zebta lihevkirinê, ji bo desteka perwerdeya tenduristiyê ya pîşeyiye û her dû teref ji bo pêşdebirina tibê û xebatkarên tenduristiyê, ji bo afirandina zêdetir derfetên di sehayê de ne.

Zebta lihevkirinê, dê ji bo danûsitendinên pisporî û zanistî, wê bike ku asta xizmeta tenduristiyê di herêmê de bilindtir bibe û ehda pêşdebirina kalîta xizmetên di seha tenduristiyê de bilindtir bibe.