Yekem karwana heciyên Kurdistanê ji Erebistana Siûdî ber bi Herêma Kurdistanê ve bi rê ket
PeyamaKurd – Îro danê sibê yekem karwana heciyên Kurdistanê ji Erebistana Siûdî ber bi Herêma Kurdistanê ve bi rê ket.
Li gor Rêveberiya Hec û Umreyê yê Herêma Kurdistanê diyar kir, îro yekem karwana heciyên Kurd ji Mekkeyê diçe Medîneyê û ji wir ve ber bi Herêma Kurdistanê bir dikeve.
Li gorî zanyariyan, îsal 37 hezar welatiyên Iraqê ji bo pêkanîna ferîzeya hecê çûne Erebistana Siûdî ku ji wan 4 hezar û 685 welatiyên Herêma Kurdistanê ne.
Roja 10.06.2023 yekem karwana heciyên Herêma Kurdistanê bi rêya bejayî gihişt Erebistana Siûdiyê û piştî du rojan jî, yekem karwanê heciyên Kurdistanê bi rêya asmanî gihîşt bajarê Mekkeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin