Karwana yekem a Heciyên Kurdistanê sibe ji Siûdî vedigere
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nabaz Îsmaîl ragihand ku sibe Duşemê yekem karwanê heciyên kurd ji Erebîstana Siûdiyê vegerin Herêma Kurdistanê.
Nabaz Îsmaîl da xuyakirin: “Sibe saet 8ê sibê yekem karwanê heciyên Herêma Kurdistanê ku ji 200 heciyan pêk tê, ji Erebistana Siûdî ve birê dikevin û li saet 10ê sibê bi rêya balafirgeha Hewlêrê digihin Herêma Kurdistanê.”
Hat diyarkirin ku ji 18ê Tîrmehê heta 24ê Tîrmehê 2 hezar û 120 heciyên Herêma Kurdistanê wê vegerin Herêma Kurdistanê.
Nebez Îsmaîl da zanîn ku rewşa tenduristiya hemû heciyan başe û wê bi selametî vegerin Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin