Karwana yekem a Hecîyên Kurdistanê bi rê dikeve

15 June 2022 19:50 0 dîtin
Karwana yekem a Hecîyên Kurdistanê bi rê dikeve

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 16ê Hezîranê yekem karwana Hecîyên Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdî ve bi rê dikeve.

Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Hec û Umreyê ya Herêma Kurdistanê Şêx Niyaz Neqşebendî ragihand ku îsal 2 hezar û 120 Hecîyên Herêma Kurdistanê diçin Hecê û eşkere kir, “Sibe Pêncşemê 16ê Hezîrana 2022yan yekem karwana heciyên Herêma Kurdistanê bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê diçin Erebistana Siûdî.”

Hat diyarkirin ku, sibe li demjimêr 11:00 329 Hecî li Hewlêrê, 140 hecî li Silêmaniyê digihin hev û piştre li demjimêr 17:00 bi rêya Balafirgeha Hewlêrê diçin Erebistana Siûdî.

Hêjayî gotinê ye, sala 2019an beriya pandemiya koronayê, 4 hezar û 880 Hecî ji Herêma Kurdistanê ji bo îbadeta Hecê, çûbûn Erebistana Siûdî.