Parlamenterê PDKê: Yekemîn karwana koçberên Kurd vedigere Herêma Kurdistanê

16 November 2021 14:29 0 dîtin
Parlamenterê PDKê: Yekemîn karwana koçberên Kurd vedigere Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Rêbwar Babkeyî di derbarê koçberên li ser sînorê Belarûs-Polandayê de axivî û diyar kir, vê hefteyê yekemîn karwana koçberên Kurd ên li ser sînorê Polanda û Belarûs asê mane, vedigere Herêma Kurdistanê.

Parlamenterê PDKê Rêbwar Babkeyî daye zanîn, min li ser rewşa koçberên ku li ser sînorê Belarûs û Polanda asê mane, pêwendî bi balyozê Iraqê û nûnertiya Kurdistanê li Rûsyayê kir. Me daxwaz ji wan kir, alîkariya wan koçberên Kurd ên ku li Belarûs in û dixwazin vegerin Kurdistanê bikin, da ku vegerin û me navê wan jî li ba wan da tomarkirin.

Rêbwar Babkeyî herwiha eşkere kir, li gorî hemahengî û plana ku hatiye danîn, yekemîn karwana wan koçberan roja Pênşema vê hefteyê ye û wê bi balafirê destpêkê biçin Bexdayê paşê jî derbasî Hewlêrê bibin û karwan ji 25-30 kesan pêk tê.