Karwana yekem a koçberên Belarûsê gihîst Hewlêrê
PeyamaKurd - Karwana yekem a koçberên li Belarusê gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ku bi giştî di karwana yekem de 431 koçberên Kurd û Ereb hene.
Belarusê îro ragihandibû ku nêzîkî 7000 koçber li welatê wan hene û 2000 kes li ser sînorê Polandayê ne û Mînskê biryar daye ku 5000 penaber vegerin welatên xwe.
Di vê çarçoveyê de Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand: “Em pêşwazî li koçberên ku vedigerin, dikin. Ew koçber bûbûn qurbaniyên destê bazirganên mirov û qaçaxçiyan, em hewl didin hemû koçberên ku dixwazin, vegerînin.”
Cotyar Adil civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku hemahengiyeke baş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Derve ya Iraqê de heye.
Adil destnîşan kir ku armanca lekedarkirina navê Herêma Kurdistanê pêk nehat û hemû rastî ji bo raya giştî ya navxwe û derve zelal bû.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku îro yekem karwana koçberan ku hejmara wan 431 kes e, vedigerin Herêma Kurdistanê.
Herwiha eşkere kir ku Hikûmeta Herêmê bi ti awayî rê nade wan qaçaxçiyan ku bi jiyana xelkê dilîzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin