400 koçberên din ên sînorê Belarûsê gihîstin Kurdistanê

10 December 2021 21:25 0 dîtin
400 koçberên din ên sînorê Belarûsê gihîstin Kurdistanê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku zêdetirî 400 koçberên din yên xelkê Herêma Kurdistanê ji Belarus vegeriyan Kurdistanê.

Karwana nehemîn a koçberên xelkê Herêma Kurdistanê, ku zêdetirî du meh in li ser sînorê navbera Belarus û Polanda asê mabûn û nekarîbûn derbasî Ewropayê bibin, Îro 10ê Kanûnê danê êvarê bi rêya balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê vegeriyan welatê xwe.

Hat zanîn karwana ku îro vegeriyaye ji 417 kesan pêk tê û bi hatina vê karwanê re hejmara koçberên Kurdistanî yên ku di heyama çend rojên borî de vegeriyane, gihîştiye 3 hezar û 468 kesan.

Li gorî zanyariyan derdora hezar kesên din jî navê xwe tomar kirine û dixwazin vegerin Kurdistanê.