430 koçberên din ên Belarûsê vegeriyan Kurdistanê
PeyamaKurd - Karwana şeşemîn a koçberên Herêma Kurdistanê yên li ser sînorê Belarus û Polonyayê asê mabûn bi riya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê.
Hat ragihandin ku di karwana koçberan a dawî de, 430 koçber vegeriyan Kurdistanê.
Heta niha hejmara koçberên ku ji Belarusê vegeriyane Herêma Kurdistanê, gihîştiye zêdetir 2 hezar kesan.
Li gor zanyariyan 1500 koçberên din jî navên xwe tomar kirine da ku vegerin.
Ji bo vegerandina koçberan ji Belarusê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hevahengiyê dikin û berî niha jî koçber bi çend geştên asmanî bi riya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê vegeriyane Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin