Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya koçberên Belarûsê: Rastî derketin holê…

17 November 2021 20:51 0 dîtin
Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya koçberên Belarûsê: Rastî derketin holê…

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, îro 17ê Mijdarê derbarê koçberên li sînorê Belarus û Polonyayê asê mane de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de tê gotin, “Di çend heftiyên borî de hejmarek ji hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ji bo berjewendiyên madî bûn qurbana destê qaçaxçîtiyê û hin aliyan ew tişta berevajî kirin ji bo leke kirina navê hikûmeta herêma Kurdistanê û di encamê de hemû rastî derketin ku ew hemû propaganda dûr in ji rastiyê.”

Di berdewamê de hat diyarkirin, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewldanek kiriye û ti tiştekî ji dest bê jî dê bike ji bo bi dil vegerandina wan hemwelatiyên ku li sînorê Belarus asê mane û hikûmet erkê xwe dizane hemû asankariyê dê bike û bi germî pêşwazî li vegera wan bike.”

Herwiha hat diyarkirin ku Hikûmeta Herêmê spasî û pêzanînên wê heye ji bo wan hemû aliyan ku hevkar bûn û hevkar dibin ji bo vegerandina wan koçberan ku bi awayekî dilê xwe dixwazin vegerin bo niştiman.