Daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê: 3 roj bêhnvedana fermî hat ragihandin!

07 February 2023 10:40 0 dîtin
Daxuyaniya Hikûmeta Kurdistanê: 3 roj bêhnvedana fermî hat ragihandin!

PeyamaKurd – Di daxuyaniyeke piştî pêşhatên dawî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku “ji bo parastina canê welatiyan” sê roj bêhnvedana fermî ragihandiye.”

Li gorî daxuyaniyê tekezî li ser wê yekê hat kirin ku rojên 7, 8 û 9ê Sibata 2023ê li hemû saziyên fermî û taybet, di serî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê, perwerde û xwendina bilind, rojên bêhnvedanê hatine ragihandin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin, ev biryar li ser rapora Wezareta Gihandinê ya "ji bo parastina canê welatiyan" hatiye girtin û karmend dikarin di rojên cejnê de jî mûçeyên xwe werbigirin.

Du erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an pêk hatin ku navenda erdhejê li navçeyên Pazarcik û Elbîstana Mereşê bû û li 10 parêzgehan wêraneke mezin çêbû."