Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya êrîsa Trabzonê: Ala Kurdistanê fermî û destûrî ye!

19 July 2019 16:09 0 dîtin
Ji Hikûmeta Kurdistanê daxuyaniya êrîsa Trabzonê: Ala Kurdistanê fermî û destûrî ye!

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li Trabzonê ya bi ser geştiyarên Kurd de ku doh 18ê Tîrmehê rûdabû, daxuyaniyek belav kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser êrîşa nijadperestên tirk diyar dike ku Ala Kurdistanê fermî û destûrî ye û dema şandên Kurdistanê serdana Tirkiyê dikin jî bi Ala Kurdistanê têne pêşwazîkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Çend hevwelatiyên Herêma Kurdistanê li bajarê Trabzon a Tirkiyê, rastî êrîş û destdirêjiyê hatine, ji ber ku xwestine bi Ala Kurdistanê wêneyan bigirin, piştre hatine girtin û dixwazin wan dadgeh bikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Eşkere ye ku Ala Herêma Kurdistanê, di nav Iraqê de aleke destûrî ye û pêştir jî li firokexaneyan û holên pêşwaziyê li Tirkiyê, jibo pêşwazîkirina li şandên Herêma Kurdistanê hatiye danîn.”

Di dewama daxuyaniyê de tê diyarkirin ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî nîşandana nîgeraniya xwe li ser vê bûyerê, aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê jî erkdar kirine ku ligel berpirsên Tirkiyê biaxivin jibo ku bi zûtirîn dem geştiyarên Herêma Kurdistanê bêne azadkirin.