Ji Dijeterora Kurdistanê daxuyaniya êrîsa dronî ya Tirkiyê
PeyamaKurd - Dijeterora Kurdistanê îro 10ê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihand ku droneke artêşa Tirkiyeyê li parêzgeha Duhokê berpirsek û 2 çekdarên PKKê kuştine.
Dijeterora Kurdistanê eşkere kir, li parêzgeha Duhokê otomobîlek ji aliyê droneke artêşa Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin û di encamê de berpirsek û 2 çekdarên PKKê hatine kuştin.

Hate diyarkirin, herwiha artêşa Tirkiyê şeva borî 9ê Mijdarê li nêzîkî gundê Kelîl ê navçeya Amêdiyê bombebaranek pêk anîye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin