Ji Dijeterora Kurdistanê daxuyaniya êrîsa drona Tirkiyê: Berpirsekî PKKê hatiye kustin
PeyamaKurd - Dijeterora Kurdistanê, li ser êrîşa bi dronekê li Axceler a Çemçemalê ku otomobîleke PKKê hatiye armanckirin daxuyanî da.
Dijeterora Kurdistanê li ser êrîşa dronê ya artêşa Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşê de, berpirsekî PKKê hatiye kuştin û çekdarekî din jî birîndar bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye, îro Yekşemê danê sibehê balafireke bêpîlot (drone) çend deverên navçeya Axceler a Çemçemal a Silêmaniyê bombebaran kir.
Li gorî zanyariyan êrîş li gundê Çenartû yê li navçeya Axcalerê pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin