Dijeterora Kurdistanê: Li Herîrî êriseke nû ya bi dronan hat kirin

17 November 2023 14:33 0 dîtin
Dijeterora Kurdistanê: Li Herîrî êriseke nû ya bi dronan hat kirin

PeyamaKurd - Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, îro di seet 10:25an de, bi rêya droneke bombekirî êrîşî balafirxaneya Herîrê li parêzgeha Hewlêrê hat kirin, ku pêştir ew balafirxane wekî bingheke serbazî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê dihat bikaranîn.

Bergiriya Îslamî ya li Îraqê berpirsyarîtiya xwe li beranberî êrîşa ser balafirxaneya Herîrê ragehand.

Di ragehandinekê de, Bergiriya Îslamî li Iraqê ragehand ku li beranberî êrîşên Israîlê bo ser Xezzeyê, êrîşî bingeha serbazî ya Amerîkayê li Herîrê hatiye kirin.

Pêştir jî Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragehandibû, ji 17ê Cotmeha 2023ê heta niha 58 caran êrîşî bingehên serbazî yên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê hatiye kirin.