Dijeterora Iraqê: Hevahengiya me ya îstixbarî bi dezgehên Kurdistanê re berdewam e
PeyamaKurd - Dezgeha Dijeterora Iraqê ragihand: “Di operasyoneke hevpar de bi Herêma Kurdistanê re, me zêdetirî deh teroristan ji pileyên cuda cuda desteser kirine.”
Berdevkê Dezgeha Dijeterora Iraqê Sebah Numan îro Duşemê ragihand ku, di dema nîva yekê ya îsal de bi hevahengî bi Herêma Kurdistanê re karîne 11 terorsitên piledar ji pileyên cuda cuda desteser bikin, ku çar ji wan li dû madeya çarê hatine desteserkirin.
Sebah Numan bal kişand ser ku hevahengiya wan bi Herêma Kurdistanê û dezgehên hewalgirî re berdewam e û ew hevahengî jî berdewam pêş dikeve û di encamê de jî ewlehiya deverên sinorî yên navbera Herêma Kurdistanê û navendê hatiye kontrolkirin.
Numan diyar kir, hevahengiya berdewam bi Herêma Kurdistanê re wesa kiriye ku “rasterast stûna pişta teroristan bişkînin”.
Berdevkê Dezgeha Dijeterora Iraqê destnîşan kir, operasyonên ewlehiyê li deverên cografî yên sext ku teroristan kirine cihê binecihbûn û kiryarên xwe yên teroristî berdewam in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin