Mesrûr Barzanî: Rêkeftina bi Serokwezîrê Iraqê re ji bo hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bingeh e
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, ew rêkeftina ku ligel Serokwezîrê Iraqê kirine, ji bo hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bingeh e, divê hemû alî rêz lê bigrin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li ser Twitterê belav kir û got: “Komeke Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê çend guherîn xistine projeyasaya budceya federal ku li hember wê rêkeftinê binpêkirin e ku me beriya niha ligel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û hikûmeta wî kiriye.”
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew rêkeftin ji bo hevahengiya Hewlêr û Bexdayê bingeh e, divê hemû alî rêz lê bigrin.
Roja 25ê Gulana 2023an, Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê di civîna xwe ya herî dawî de li ser gotûbêjkirin û amadekirina herî dawî ya reşnivîsa projeyasaya budçeyê bo dengdana li nav hola parlamentoyê, bi çend guherînan ve her du maddeyên 13 û 14 yên projeyasayê pesend kir ku bi dahata petrol û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin