Mesrûr Barzanî: Rêkeftina dadperwerane wê di berjewendiya hemû Iraqê de be

14 December 2022 19:57 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Rêkeftina dadperwerane wê di berjewendiya hemû Iraqê de be

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14ê Kanûnê li Hewlêrê bi Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski re civiya.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê û rêkeftina aliyan ji bo pêkanîna hikûmetê û karnameya wê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser ku gotûbêj û danûstandina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal berdewam e, ji bo gihîştina rêkeftina hemû alî û dadperwerane ya li ser hemû kêşeyan ku maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê dabîn bike û di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.

Di civînê herwiha çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û zemînsaziya ji bo asayîkirina rewşa navçeyê û vegera awareyan bo cih û warên wan jî hatin axaftin.