Mesrûr Barzanî: Aramî û ewlehiya Iraqê girêdayî bicihanîna destûrê û rêzgirtina li rêkeftinan e

19 June 2023 17:56 0 dîtin
Mesrûr Barzanî: Aramî û ewlehiya Iraqê girêdayî bicihanîna destûrê û rêzgirtina li rêkeftinan e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê 19ê Hezîranê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Hollandayê li Iraqê Hans Sandee û şanda ligel wî kir.

Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa giştî, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hollandayê de hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di civînê de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û girîngiya parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser pabendbûn û bicihkirina rêkeftinên di navbera her du aliyan de kir, ji ber ku ewlekarî û aramiya Iraqê girêdayî bicihanîna destûrê û rêzgirtina li rêkeftinan e.

Mesrûr Barzanî li ser rewşa navxwe ya Kurdistanê jî got, “Em rê nadin rewşa navxwe ya Herêmê bibe qurbaniya daxwazên nedestûrî û ne berpirsyane.. Divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn demê de bên kirin.”

Balyozê Hollandayê li Iraqê amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkiliyên ligel Herêma Kurdistanê di warên curbicur de nîşan da û piştevaniya Hollandayê ji bo bihêzkirin û geşepêdana Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqa Federal de dubare kir.