Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina ewlehiya Iraqê nîsan da

30 August 2022 12:37 0 dîtin
Mesrûr Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina ewlehiya Iraqê nîsan da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rewşa Iraqê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axivî û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina ewlehiya Iraqê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li ser twitterê belav kir û da zanîn: “Ez ji qonaxa nû ya tundûtûjiya li Iraqê pir dilgiran im. Ez bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axivîm. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hevkar be ji bo vegera aştî û aramiyê bo hemû welat.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Niha dema diyalogeke vekirî û zelal li ser pirsgirêkên kûr û giran ên ku welat pê re rûbirû ye, hatiye. Divê em hemû bi wêrekî cûdahiyên hev nas bikin û qebûl bikin. Rewşa em hemû tê de ne, pêwîstiya wê bi çareseriyek mayînde heye.”