Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser êrîsa Hewlêrê axivîn
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê êrîşa do ya li ser Hewlêrê de, bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî axivî.
Terorîstan do bi şev di saet 21:35an de bi droneke bombekirî li ser rêya sereke ya Hewlêr – Pîrmam êrîşek encam dan.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî piştî êrîşê bi pêwendiyeke telefonî de, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê ragihand, di pêwendiya telefonî de Mistefa Kazimî gotiye, hikûmeta Iraqê hemû cûre bizadandina welatiyan û destdirêjiya ser yasa û dewletê red dike û hikûmeta Iraqê tekezî li ser hevahengiya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ji bo derxistina aliyên ku dixwazin seqamgîriyê têk bibin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vê êrîşê ji Mistefa Kazimî re tekezî li ser girîngiya karê hevbeş ê Hewlêr û Bexdayê ji bo seqamgîrî û bihêzkirina asayîşê kiriye.
Herî dawî her du aliyan di pêwendiya telefonî de eşkere kirine, armanca vê êrîşa ser Hewlêrê ziyangihandina vê hevahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê ye û herwiha hewldana têkelkirina kartan û belavkirina aloziyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin