Dijeterora Kurdistanê 2 terorîstên DAISê girt û radestî Iraqê kir

16 March 2022 18:06 0 dîtin
 Dijeterora Kurdistanê 2 terorîstên DAISê girt û radestî Iraqê kir

PeyamaKurd - Dijîterora Kurdistanê îro 16ê Adarê ragihand, hêzên wan du terorîstên DAIŞê li Hewlêrê girtine û ew radestî Dijeterora Iraqê kirine.

Dijîterora Kurdistanê da xuyakirin, du terorîstên DAIŞê yên bi navên Hesen Felah Ferhan Mecûl û Murteza Letîf Muşrif Mecûl ku ji aliyê hêzên wan ve li Hewlêrê hatibûn girtin, îro radestî Dijîterora Iraqê hatine kirin.

Dijîterora Kurdistanê diyar kir, piştî ku ew her du terorîst ji aliyê wan ve hatin girtin, Dijîterora Iraqê daxwaza radestkirina wan kiriye û wan jî bi fermana dadweriya Kurdistanê ew terorîst radest kirin.