Li Dêrezorê 23 terorîstên DAISê ji aliyê HSDê ve hatin girtin

29 August 2022 10:01 0 dîtin
Li Dêrezorê 23 terorîstên DAISê ji aliyê HSDê ve hatin girtin

PeyamaKurd – Li Dêrezorê 23 terorîstên DAIŞê û kesên ku di belavkirin û bazirganîkirina madeyên hişbir de kar dikirin ji aliyê HSDê ve hatin girtin.

Li gor HSDê diyar kir, hêzên wê, li bajarokê Cinêne yê dikeve rojavayê Dêrezorê, operasyoneke ewlehiyê pêk anîn.

Herwiha HSDê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, armanca wê operasyonê ew e ku rêgiriyê li ber liv û tevgera çekdarên DAIŞê bigrin, ku di dema dawî de çalak bûne û hejmarek ji êrîşan encam dane û aramî û seqamgîriya navçeyê têk dane.

Hat ragihandin ku di encama wê operasyonê de, hêzên HSDê 23 kes ji bazirganên madeyên hişbir girtine, di nav wan de hejmarek ji endamên DAIŞê hene.