HSDê li Dêrezorê 3 çekdarên DAISê girt
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên wan li Dêrezor û Reqayê 3 çekdarên DAIŞê girtine.
Navenda Ragihandinê ya HSDê têkildarî operasyonê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên HSDê bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navdewletî li Dêra Zorê çalakiyeke ewlekarî pêk anîn.
Hat ragihandin ku di operasyonê de endamê DAIŞê yê bi navê Xazî Ferhan hatiye girtin.
Li gorî daxuyaniyê, Xazî Ferhan ji bo endamên DAIŞê “Dursên Şerîetê” saz dikir.
Hate diyarkirin ku Tîmên Operasyonên Leşkerî yên HSDê di 3ê Cotmeha 2024an de derbarê tevgera şaneyek veşartî ya çekdarên DAIŞ’ê ya li gundê Humêrat a Reqayê de agahî kom kirine û şaneyek dorpêç kirine.
Di encama dorpêçê de çeteyên DAIŞê yên bi navê Menhel Îbrahîm Hemûd û Medyen Îbrahîm Hemûd hatin girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin