HSDê li gundewarên Dêrezorê berpirsekî DAISê û du kesên alîkarên wan girtin
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir, li gundewarên Dêrezorê berpirsekî DAIŞê û du kesên alîkarên wan girtin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da zanîn, di çarçoveya operasyonên xwe de, li dijî çekdar û şaneyên veşartî yên DAIŞê, Yekîneyên Antî-Teror (YAT) roja Şemiyê 21yê Çileya 2023ê, li Dêrezorê operasyonekê, encam da.
Herwiha hat ragihandin, operasyona HSDê bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, li navhiyeya El-Şihêl, li gundewarê rojhilatê Dêrezorê bû, li dijî şaneyeke DAIŞê ku alîkariya lojîstîk ji bo çekdarên DAIŞê pêşkêş dikir.
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, di wê operasyona ku li ser du qonaxan hate encamdan, berpirsekî DAIŞê û du kesên alîkarên wî hatin girtin.
Hêzên HSDê herwiha dest danîne ser hejmarekê ji çek, teqemenî û mobaylan ligel endamên wê şaneyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin