HSDê girtina berpirsekî pilebilind ê DAISê ragihand...

11 September 2023 21:01 0 dîtin
HSDê girtina berpirsekî pilebilind ê DAISê ragihand...

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarokê Bisêra berpirsekî DAIŞê yê pilebilind hate girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, hêzên taybet li gor agahiyên teqez, 3yê Îlonê bi ser malekê de girt ku terorîstê bi navê Yehya Ehmed El Hecî (Ebû Bera El Hesen) xwe lê vedişart û ew girt.

Hat diyarkirin, Ebû Bera El Hesen ji Sifîrê û berpirsê malî yê rêxistina Wileyata El Şam e û berpirsê Heyet Qiyade El Eskeriye ya rêxistinê, berpirsê fînansekirina şaneyên terorîst e.

Hêjayî gotinê ye, HSDê daye zanîn; dema DAIŞê Reqa û Dêrazor kontrol kiribû, Ebû Bera El Hesen alîkarê berpirsê malî yê Heyeta Malî ya DAIŞê bû û niha jî di fînansekirina şaneyên terorîst, plankirina êrîşan û amadekirina fînansekeran de kar dike.