HSDê girtina emîrekî DAISê ragihand
PeyamaKurd – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) girtina emîrekî DAIŞê li navçeya Elkesrê ya Dêrezorê ragihand.
Li gor Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe da zanîn, hêzên wan bi hevahengî ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, di operasyonên xwe de li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê berdewam in.
Di daxuyaniya HSDê de tê eşkerekirin, roja Înê 16ê Kanûna 2022yan, hêzên HSDê ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li navçeya Elkesrê, li gundewarê rojavayê Dêrezorê, di operasyoneke ewlehiyê de, emîrekî xwecihî yê DAIŞê girtin.
Herwiha li gorî daxuyaniya HSDê, ew emîrê DAIŞê berbirsyarê organîzekirina şaneyên rêxistinê bûye.
Herî dawî Navenda Ragihandinê ya HSDê destnîşan kir, di dema du heftiyan de, wan hêzan bi hevbeşî ligel Hêzên Hevpeymanan, 5 operasyonên ewlehî encam dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin