HSDê ragihand: Berpirsê darayî û firotina neftê yê DAISê hat kustin

14 July 2019 18:49 0 dîtin
HSDê ragihand: Berpirsê darayî û firotina neftê yê DAISê hat kustin

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku berpirsekî firotina nefê yê DAIŞê ji aliyê hêzên wan ve hatiye kuştin.

Di daxuyaniya HSDê de hat ragihandin, hêzeka wan a taybet di encama hevkariyeke ligel hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê operasyoneka hevbeş pêk anîne û terorîst (Sabit Subhî Fehid Ehmed) ê berpirsê firotina neftê yê DAIŞê li Dêrazorê hatiye kuştin. 

HSDê da zanîn ku hêzên wan hewl dane wî terorîstî desteser bikin lê belê nexwestiye xwe bide dest û ji ber wê yekê ew neçar mane wî terorîstî bikujin.

Ligor daxuyaniya HSDê ew terorîst yek ji berpirsê darayî yê rêxistina DAIŞê bûye û di heman demê de berpirsê sereke yê wê rêxistinê yê firotina nefte bû.