HSDê girtina berpirsê fînansmana DAISê ya Reqayê ragihand

23 July 2024 19:40 0 dîtin
HSDê girtina berpirsê fînansmana DAISê ya Reqayê ragihand

PeyamaKurd - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên wan li Reqayê bi operasyoneke taybet serkirdeyekî DAIŞê desteser kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, doh di encama oparasyona li bajarê Reqayê pêk hat de, serkirdeyê bi navê Hazim Silêman El Cibin ê bi navê Ebî Omer tê naskirin, hat girtin.

Hate diyarkirin, serkirdeyê DAIŞê Ebî Omer ji bajarokê Xeşam ê rojhilatê Dêrazorê ye û li Reqayê çalak bû ku berpirsê fînansekirinê yê DAIŞê yê bajar bû.

HSDê ragihand ku ji bo aramiya herêmê wê çalakiyên wan yên li dijî şaneyên DAIŞê dewam bikin.