HSDê berpirsê DAISê yê Stenbolê desteser kiriye

06 May 2019 09:44 0 dîtin
HSDê berpirsê DAISê yê Stenbolê desteser kiriye

PeyamaKurd - Hat ragihandin berpirsê Stenbolê yê rêxistina terorê DAIŞê ku komkujiyên Enqerê û Sirûcê pêk anîbûn, Ilyas Aydin li Dêrê Zorê di encama operasyonekê de ji aliyê HSDê ve hatiye girtin. Aydin, di doza sereke ya DAIŞê de weke berpirsê DAIŞê yê Stenbolê derbas dibe.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yek ji berpirsê rêxistina terorê DAIŞê yê Stenbolê, Ilyas Aydin bi navê xwe yê naskiri Ebu Ubeyde li Dêrê Zorê di encama operasyonekê de girtin. Aydin di doza sereke ya rêxistina teroê DAIŞê li Stenbolê weke “berpirsê DAIŞê yê Stenbolê” derbas dibe.

Di îdianameyê de Aydin wekî serokê “DAIŞê yê Stenbolê derbas” dibe. Herweha tiliya Aydin di dîmenên kuştina du leşkerên tirk ku 1ê îlona 2015an de hatibûn girtin û paşê jî hatibûn şewitandin Sefter Taş û Fethi Şahin û 5 çalakiyên din de jî heye.