Serçekdarekî DAISê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê ve hat desteserkirin

16 May 2023 12:58 0 dîtin
Serçekdarekî DAISê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê ve hat desteserkirin

PeyamaKurd Li Hesekê serçekdarekî DAIŞê ji aliyê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hat desteserkirin.

Navenda Ragihandinê ya HSD bi daxuyaniyekê eşkere kir, hêzên wan bi piştgiriya bejahî û asmanî ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, operasyonek li bajarokê Dişîşa yê li başûrê Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê kirin.

Herwiha da zanîn, hêzên wan di operasyona hevbeş de, serçekdarek û endamekî DAIŞê girtin û dest danîn ser hejmarek çek, cebilxane û hin belgeyên girêdayî wê rêxistina terorê.

Di berdewamiyê de destnîşan kir, ew serkirdeyê DAIŞê berpirsê êrîşên terorîst ên li dijî hêzên leşkerî, ewlehî û sivîlan e û li ser ewlehiya herêmê metirsî ye.