Qamislo | Berpirsekî DAISê ji aliyê Hêzên Amerîkî ve hat kustin
PeyamaKurd – Berpirsekî DAIŞê di encama operasyoneke taybet a Hêzên Amerîkî de li gundewarê başûrê Qamişlo ku di bin kontrola hikêmeta Sûriyê de ye, hat kuştin.
Li gor zanyariyan, roja Çarşemê hejmarek helîkopterên Amerîkî jî beşdarî operasyonê bûn û operasyon li gundê (Milûk Seray) çêbû, navê berpirsê DAIŞê yê ku hatiye kuştin jî (Ebû Hayil) bû.
Hat zanîn ku gundê operasyona hêzên Amerîkî lê hat kirin, 17 kîlometreyan dûrî Qamişlo ye û Fermandeya Navendî ya Hêzên Çekdar ên Amerîkî di li ser wê operasyonê tu zanyarî beşav nekirine.
Herwiha piştî operasyonê, medyaya fermî ya Sûriyê ragihandibû ku hêzên Amerîkayê şeva Çarşemê li başûrê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê operasyoneke bi helîkopteran kirine û operasyon li gundê Malûk Serayê ku di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de ye, hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin