Amerîka: Cîgirê Waliyê DAISê li Sûriyê û berpirsekî din ê wê rêxistinê hatin kustin
PeyamaKurd – Hêzên Amerîkayê duyemîn operasyon di nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de li dar xistin û Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kir, Cîgirê Waliyê DAIŞê li Sûriyê û berpirsekî din ê wê rêxistinê hatine kuştin.
Li gor Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyeke nivîskî de eşkere kir: “Êvara roja Pêncşemê di saet 18:32yan de bi dema Sûriyê hêzên Amerîkayê êrîşeke esmanî ya serkeftî li bakurê Sûriyê pêk anîne.”
CENTCOMê ragihand: “Cîgirê Waliyê DAIŞê Ebû Haşim El-Omewî û berpirsekî din ê pilebilind ê wê rêxistinê ku pê re bûye, hatine kuştin.”
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê di derbarê zerarên operasyonê de got, tu zerarek negihîştiye xelkên sivîl, herwiha tu serbazekî Amerîkî birîndar nebûye û nehatiye kuştin û tu zerarek negihîştiye kelûpelên serbazî yên wî welatî.
Herwiha Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Michael Erik Kurilla derbarê operasyonê de destnîşan kiriye: “Ev êrîş şiyana DAIŞê ji bo ne aramkirina navçeyê û êrîşkirina ser hêzên me û hevalbendên me kêm dike.”
Herî dawî Erik Kurilla da zanîn, hêzên wan wê li navçeyê bimînin ji bo ku ji têkçûna DAIŞê piştrast bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin