Fermandariya Amerîka: Metirsî heye nifsekî nû yê DAISê li kampên Iraq û Sûriyê serî rake
PeyamaKurd – Fermandarê fermandariya navendî ya Amerîkayê, li ser metirsiya rêxistina terorîst a DAIŞê da û got, hîn metirsî heye û ew rêxistin hewla xwe bi rêxistinkirinê dide.
Li gor fermandarê fermandariya navendî ya Amerîkayê General Kenneth F. McKenzie di kongreya peymangeha ‘’Rojhilata Navîn’’ de da zanîn, pêwîst e berdewam hişyar bin ji ber metirsiya DAIŞê û alîkariya hevpeymanan bê kirin, bo têkbirina DAIŞê û rêgirî li pêşketina fikra tundrewî ya rêxistinê bê kirin.
Kenneth F. McKenzie diyar kir, DAIŞ çalakiyên xwe yên terorîstî berdewam dike û hewla xwe nûkirinê dide li Rojhilata Navîn û derve jî. Herwiha, hewla pêşxistina armancên xwe dide, ji ber wê divê berdewam em hişyar bin.
Fermandarê leşkerî yê Amerîkayê destnîşan kir, welatê wan berdewam dibe bo alîkarîkirina hevpeyman û hevbeşên şerê DAIŞê, bo ku bikarin li navçeyên xwe bê ku pêwîstiya wan bi alîkariyên derve hebe dijî DAIŞê, bikarin tekoşîn bikin.
Kenneth F. McKenzie eşkere kir û got, metirsî heye nifşekî nû yê DAIŞê li kampên desteserkirî yên li Iraq û Sûriyê serî rake û dest bi çalakiyên terorîstî bikin. Bi taybet ku Amerîka serpereştiya wan kampan nake û desthilata wê li wan dera tine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin