Trump: Hevdîtinên heyetên Rûsya û Amerîkayê pir bas derbas bûn

19 February 2025 08:58 0 dîtin
Trump: Hevdîtinên heyetên Rûsya û Amerîkayê pir bas derbas bûn

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî hevdîtinên Amerîka û Rûsyayê yên ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hatin kirin daxuyanî da. Trump got, "Hevdîtinên di navbera heyetên Rûsya û Amerîkayê de pir baş derbas bûn."

Trump di axaftina xwe de got ku Rûsya xwedî kapasîteya ku "gelek zû" bajarên Ukraynayê, bi taybetî Kîev, bi tevahî hilweşîne, lê ew naxwaze wê bike.

Trump ji rojnamevanan re got, "Eger Rûsya bixwesta vê yekê bike, ew ê pir zû biqewimiya." Trump tekez kir ku Rûsya dikare Kîevê bike "herêma mezin a wêrankirinê" lê ew vê yekê naxwaze.

'Sê salan li ser maseyê rûniştin'

Trump got ku ew "pir xemgîn" bû ku Ukrayna ji nebûna li ser maseya muzakereyê "xemgîn bû".

Trump wiha got: "Ez gelek xemgîn im ku bi vê yekê dibihîzim ku ew dibêjin xemgîn in ku li ser masê cihekî wan tune. Lê sê sal in li ser masê cihê wan hebû û ev yek dikaribû demek berê pir bi hêsanî were çareserkirin."