Rûsya | ‘Ji bo hevdîtina Trump û Putin em li benda Amerîkayê ne’

19 May 2019 23:58 0 dîtin
Rûsya | ‘Ji bo hevdîtina Trump û Putin em li benda Amerîkayê ne’

PeyamaKurd – Ajansa Rûsî Interfaxê ragihand ku Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov daye xuyakirin ku ji bo hevdîtina Serokê Rûsya Vldamîr Pûtîn a bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re ji Amerîkayê ti pêşniyareke berbiçav nehatiye û ew li benda biryara Amerîkayê ne.

Peskov got: “Em dizanin Trump behsa daxwaziya hevdîtinekê kiriye, lê em herwiha dizanin Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ti pêşniyarên berbiçav li dor organîzekirina kombûneke wiha pêşkêşî me nekiriye.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, herî dawî beriya bi hefteyekê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo serdana Rûsyayê kiribû û bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Serokê Rûsyayê Wladimir Putîn re civiyabû.