Ji Rûsyayê daxuyaniya hevdîtina muhtemel a Trump û Pûtîn

19 February 2025 20:01 0 dîtin
Ji Rûsyayê daxuyaniya hevdîtina muhtemel a Trump û Pûtîn

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di civîneke rojnamevanî ya li Moskowê de ragihand, hevdîtina navbera Rûsya û Amerîkayê ya li Rîyadê nirxand û got ku ev gav bo başkirina têkiliyên her du welatan e.

Peskov diyar kir ku Putin ji encamên hevdîtinê agahdar bûye û piştî ku Amerîkayê nûnerê xwe ji bo gotûbêjên li ser krîza Ukraynayê diyar bike, Rûsya jî dê nûnerê xwe diyar bike.

Li ser hevdîtina Trump û Putin jî Peskov got ku ev hevdîtin dikare heta dawiya mehê pêk were yan jî pêk neyê.

Herwiha Peskov diyar kir ku ew li dijî şandina hêzên aştiyê yên Ewropayê ne bo Ukraynayê.