Ji Koska Spî daxuyaniya hevdîtina Trump û Erdogan
PeyamaKurd - Koşka Spî ya Amerîkayê ragiphand ku piştî betalkirina hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump a digel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, hevdîtina Trump-Erdogan a li Lutkeya G20an a Arjantînê jî hatiye betalkirin.
'DÊ NEFERMÎ Û LI SER PIYAN BE'
Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders ragihand, formata hevdîtina Trump-Erdogan hatiye guhertin û dê hevdîtineke nefermî li ser piyan li G20an pêk were.
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê John Bolton, roja Çarşemê ragihandibû ku dê Trump û Erdogan li G20an hevdîtineke fermî pêk bînin.
Medya tirk jî dabû xuyakirin ku tê çaverêkirin di wê hevdîtinê de, rewşa birêveçûna nexşerêya Minbicê, rewşa Idlibê û gumanên Tirkiyê yên li ser hevkariya Amerîkayê ya bo YPGê û avakirina xalên çavdêriyê were axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin