Ji Letîf Resîd daxuyaniya pistî hevdîtina Erdogan: Em qebûl nakin!
PeyamaKurd- Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd îro 22yê Nîsanê roja duşemê li Bexdayê pêşwazî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.
Reşîd piştî hevdîtina ligel Erdogan li ser mijara PKKê ragihand, “Em qebûl nakin ku ji Iraqê êrîşî cîranên me bê kirin.”
Di daxuyaniya ku piştî hevdîtina Letîf Reşîd û Erdogan a li Koşka Serokatiya Iraqê hate belavkirin de hate gotin, “Her du aliyan destnîşan kiriye ku divê ji bo başkirina ewlehiya sînoran, çareserkirina aloziyan, guherîne avhewayê û krîza avê hewl bê dayîn.”
Serokomariya Iraqê diyar kir, Letîf Reşîd ji Erdogan re gotiye, “Em qebûl nakin ku ji Iraqê êrişî cîranên me bê kirin.”
Hate diyarkirin ku Erdogan jî gotiye dê Enqere ji bo Projeya Rêya Bipêşveçûnê piştgiriyê bide Iraqê û ew pêdiviya Iraqê ya bi avê fêm dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin