Daxuyaniya yekem a Mazlûm Ebdî pistî peymana HSD û Samê
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî got: "Em bi biryar in ku pêşerojeke baştir ava bikin ku mafên hemû gelê Sûriyeyê misoger bike û daxwazên wan ên aştiyê pêk bîne."
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî piştî îmzekirina peymana bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şare re li ser platforma Xê peyamek parve kir.
Ebdî got: “Em vê peymanê ji bo avakirina Sûriyeyeke nû weke derfeteke rast dibînin.
"Em bi biryar in ku pêşerojeke baştir ava bikin"
Ebdî di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew kar dikin ji bo ku pêvajoya veguhêz îradeya gel di derbarê dadmendî û aramiyê de nîşan bide "di vê qonaxa hestiyar de", herwiha Ebdî di peyama xwe de got, "Em bi biryar in ku pêşerojeke baştir ava bikin ku mafên hemû gelê Sûriyê misoger bike û daxwazên wan ên aştiyê pêk bîne."
Fermandarê Giştî yê HSDê peymana ku bi Ehmed Şera re hatiye îmzekirin weke "derfetek rastîn ji bo avakirina Sûriyeke nû" bi nav kir û bal kişand ser girîngiya hembêzkirina hemû pêkhateyan û "pêkhatina têkiliyên cîrantiyê yên baş" (Cîranên Sûriyeyê).
Di 10ê Adara 2025an de Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê yê Demkî Ehmed Şera peymanek hevpar îmze kirin.
Peyman ji heşt bendan pêk tê; Li gorî rêkeftinê, şer li seranserê Sûriyê wê raweste û HSD dê bibe beşek ji dezgehên parastina dewleta Sûriyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin