Yekem daxuyaniya YE pistî banga Ocalan: Pêngava dîrokî!

28 February 2025 08:29 0 dîtin
Yekem daxuyaniya YE pistî banga Ocalan: Pêngava dîrokî!

PeyamaKurd – Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor diyar kir ku banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo dev ji çekan berde, gaveke dîrokî ye.

Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor li ser banga Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got: "Ji bo pêvajoyeke potansiyel a siyasî û berfireh ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi awayekî aştiyane li ser esasê diyalog û lihevkirinê çareser bibe, ji bo destpêkirina herî baş ev e."

Li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo rêxistin çekan deyne û xwe fesih bike ku ji aliyê Heyeta Îmraliyê ve bi raya giştî re hat parvekirin, Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Amor li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek parve kir.

Amor destnîşan kir: "Banga îro ya Abdullah Ocalan ji PKKê re ya ji bo çekdanîn û tasfiyeyê, gaveke dîrokî ye ku gelekî bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Ji bo pêvajoyeke potansiyel a siyasî û berfireh a ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi awayekî aştiyane, li ser esasê diyalog û lihevkirinê çareser bike, baştirîn xala destpêkê ye."