Ji AK Partiyê yekem daxuyaniya banga Ocalan: Em li encamê dinêrin

27 February 2025 18:00 0 dîtin
Ji AK Partiyê yekem daxuyaniya banga Ocalan: Em li encamê dinêrin

PeyamaKurd – Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala, piştî xwendina nameya çekdanîn û hilweşandina PKKê ya Abdullah Ocalan daxuyanî da.

Ala got, "Bingeha bangewaziyê danîna çekan û xwe fesihkirina rêxistinê ye. Em li encamê dinêrin.”

Efkan Ala diyar kir, “Ger rêxistin vê bangê binirxîne, çekan deyne û li hev bicive û xwe fesih bike, wê Tirkiye ji qeyd û zincîrên xwe rizgar bibe.”

Abdullah Ocalan piştî 47 salan PKK hilweşand: Çavê her kesî li Qendîlê ye