Çandar ji DEM Partiyê re: Divê PKK guh bide banga Ocalan
PeyamaKurd – Parlamenterê Diyarbekirê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Cengîz Çandar diyar kir ku di pêvajoya nû ya aştiyê de rola Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.
Endamê DEMê Cengîz Çandar ji K24ê re got, Ocalan fermana hilweşandina PKKê daye û divê PKK vê yekê bi cîh bîne.
Çandar amaje bi rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di pêvajoya nû ya aştiyê de jî kir û got, "Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de roleke gelek girîng lîstin."
Şanda Îmraliyê ya Partiya DEMê roja Pêncşemê 27.02.2025ê serdana Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a li Girava Îmraliyê kir.
Heyetê piştî serdanê bi civîneke çapemeniyê li Stenbolê banga Ocalan a pêşbînîkirî ji raya giştî re eşkere kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin