Berdevkê AK Partiyê: Divê KCK jî bi PKKê re bê hilwesandin

10 November 2025 18:55 0 dîtin
Berdevkê AK Partiyê: Divê KCK jî bi PKKê re bê hilwesandin

PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelîk, piştî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan civiya, daxuyanî dan.

Çelîk, di civîna çapemeniyê de destnîşan kir ku Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya vekirinê de li ser zîzbûna pêvajoyê israr kiriye û gotiye: "Îtîfaqa Cumhur bi yekîtî û awayekî hevgirtî ji bo gihîştina armancên Tirkiyeyeke bê teror bi pêş ve diçe. Armanca fesihkirin û berdana çekan a PKKê, bi hemû hêman, alîgir û avahiyên xwe yên neqanûnî ve didome. Divê bê fesihkirin û çek bêne danîn. Ev pêvajo di çarçoveya bernameye û nexşerêyeke diyarkirî berdewam dike. Em li ser vê yekê xebatên xwe didomînin, saziyên dewletê jî xebatên xwe didomînin."

Çelîk got, “Pêwîste rêxistin tevî hemû baskên û peyrewên xwe yên li Irap, Sûriye û Îranê çekan deyne. Pêwîste rêxistina KCK ya illegal ku fînansmana rêxistinê dike jî were tesfiyekirin.”