Berdevkê AK Partîyê: Divê PKKê bi temamî bê fesihkirin
PeyamaKurd - Berdevkê partiya deshilata Tirkiyê AK Partiyê Omer Çelîk, derbarê banga Abdullah Ocalan a hilweşandina PKKê û çekdanînê de daxuyanî dan.
Çelîk da zanîn, “Ji doh ve rojeva me, danîna çekên rêxistina terorê PKK û fesihkirina wê ye. Yek ji wan axaftina ku 12ê Tebaxa 2005an li Amedê ji aliyê Serokomarê me ve hatibû kirin heye. Serokomar got, 'Tirkiye çi qasî Stenbol e, çi qasî Konya ye, ew qasî jî Amed e. Her deverek, her rengek, her dengekî vî welatî tameke wê ya cuda heye. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka beşekê vî miletî ye, pirsgirêka hemûyan e. Ev gotin ne tenê mijarê wekî pirseke etnîkî digire destê xwe, herwiha destnîşan dike ku çareserkirina pirsgirêkan mijareke demokrasiyê ya girêdayî tevahiya Tirkiyeyê ye. Hem Pirsgirêka Kurdan û hem jî pirsgirêka serpoşê ji ber îradeya Serokkomarê me hatine çareserkirin. Di wê xala ku em îro gihîştinê de, em dibêjin êdî wexta gihîştina armanca Tirkiyeya bê teror e.”
Omer Çelîk got, "Êdî dema gihîştina armanca 'Tirkiyeya bê teror' e." û wiha pê de çû:
"Di vê çarçoveyê de, tişta bingehîn ew e ku rêxistina terorê çekên xwe deyne û bi temamî bê fesihkirin. PKK, PYD, YPG, HSD bi çi navî be jî, divê rêxistina terorê bi hemû beşên xwe yên li Îraq û Sûriyeyê çekên xwe deyne û xwe fesih bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin