Nûnerê ENKSê: Ji bo Kurd li Samê xurt bin, divê PYD pêwendiya bi PKKê re bibire

15 December 2024 14:33 0 dîtin
Nûnerê ENKSê: Ji bo Kurd li Samê xurt bin, divê PYD pêwendiya bi PKKê re bibire

PeyamaKurd - Nûnerê ENKSê di Opozîsyona Sûriyeyê Ebdulhekîm Beşar li Şamê got ku nêrîna Ehmed El-Şer’a ya derbarê doza kurdî li Sûriyeyê erênî ye û ji bo şanda Kurd a danûstandinên ligel rêveberiyla veguhêz jî daxuyanî dan.

Nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) û Cîgirê Serokê Hevbendiya Opozîsyona Sûriyeyê Dr. Ebdulhekîm Beşar ku ji bo şopandina rewşa nû ya Sûriyê li Şamê ye, ji K24ê re ragihandiye: “Heta ku şanda kurdan li Şamê xurt be, divê HSD/PYD pêwendiyên xwe bi PKKê re bibirin.”

Beşar li ser yekrêzî û yekhelwestiya Kurd li Şamê got: “Gelekî baş e ku Kurd li Şamê yekrêz bin. Lê di vê şert û mercên niha yekrêziya bi PYDê re ji bo me lawaziyek e. Wek çawa Colanî Nusra guherî û navê xwe ji El-Colanî kir Ehmed El-Şera, divê HSD jî pêwendiya xwe ji PKKê bibire û PKKê li Kurdistana Sûriyeyê qedexe bike. Herwiha çarenivîsa girtiyên kurdan diyar bike û ji bo Kurdan û ji bo opozîsyona Sûriyeyê rûpeleke nû veke.”

Nûnerê ENKSê da zanîn: “Niha li Şamê gelekî bi nebaşî li ser PKKê tê axaftin. Divê HSD/PYD rûpeleke nû vekin û pêwendiya xwe bi PKKê re bibirin û gavên bi mêranî û zanebûn bavêjin. Eger PYD/HSD gaveke wiha bavêje, wê demê em Kurd emê bi şandeke xurt biçin Şamê û danûstandinê bi aliyan re bikin.”

Herwiha Ebdulhekîm Beşar diyar kir, “4 sal in aliyên navdewletî wek Amerîka û Fransa hewl didin diyaloga Kurdî – Kurdî bibin serî, lê PYD/HSD nikare xwe ji PKKê qut bike.”